Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin

10:28 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2023

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Sinê, du welatiyên Kurd binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Rêxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li bajarê Sinê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Taha Kerîmî û Muxtar Şerîfî” yên xelkê bajarê Sinê binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, roja Yekşemî 18ê Pûşperê bi bê nîşandana belgeyên yasayî, Taha Kerîmî yê temen 42 salî li cihê karê wî binçav kirine.

Herwisa “Mûxtar Şerîfî” jî, roja Duşemî 19ê Pûşperê li gundê “Saliyan” ê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve û bê nîşandana belgeyên yasayî hatiye binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin, tohmetên hatinî sepandin bi ser wan du welatiyan de û cihê ragirtina wan, ti zaniyariyek li berdest nîne.