Partiya Azadî ya Kurdistan-Bakur bi hilkefta 34emîn salvegera terorkirina şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bi destê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê peyamek belav kir û yad û bîra wî rêberê nemir bilin nirxand.
Deqa peyamê wiha ye:
“Em Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi rêzdarî ve bibîr tînin
Sekreterê Giştî yê PDKÎ (Partîya Demokrat a Kurdistan a Îranê) Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989an de li bajarê Viyena paytexta Otrîşê digel Berpirsyarê Derveyî Welêt yê PDKÎ Ebdulla Qadirîzade û Dr. Fazil Resûl ê ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê îstîxbarata Îranê ve di hotelê de hatin terorkirin.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên xwe gava ku civîna goftûgoyan ya bi dîplomatên dewleta Îranê re lidar dixistin, ji alîyê sîxurên dewleta Îranê ve tûşî vê komployê bûn.
Mixabin, dewleta Otrîşê, di derbarê qesas û plangerên vê terorê de ti doz venekiriye.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo, sîyasetmedar, rewşenbîr û dîplomatekî welatperwer bû.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo herweha pêşmerge û rêberekî bi tecrube û hêja bû, ku ne bes ji kîsê PDKÎ, lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê çû.
Dewleta Îranê beriya darvekirina Qazî Mihemed, Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî jî, piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan, xwestîye têkoşîna azadiya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne. Lê belê tu komplo û qetlîaman nikarîbûye rê li ber têkoşîna azadiya gelê me bigire.
Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanî yê nemir kiribû, îro jî li Rojhilatê Kurdistanê di destê pêşmergeyên qehreman de liba dibe. Ala Kurdistanê li hemû perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê hildan.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadiyê de dijîn.
Di 34emîn salvegera şehîdbûna wan de, em Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî ve bibîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî em dewleta Îranê rûreş dikin.
13ê Tîrmeha 2023an
Partiya Azadî ya Kurdistan-Bakur”