Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama kêmtir ji 24 demjimêran 6 kes li girtîgehên cuda yên rejîma Îranê hatine bidarvekirin

11:07 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di 4 girtîgehên cuda yên rejîmê de li heyama kêmtir ji 24 demjimêran 6 kes hatine bidarvekirin ku yek ji wan jin bûye.

Pêka Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, li roja Çarşemî 21ê Pûşperê heta Pêncşemî 22 Pûşperê 6 kes ku bi tohmetên weke kirîn û firotina madeyên hişber û kuştina bi zanebûn berê hatibûne binçavkirin li girtîgehên rejîmê hatine bidarvekirin.

Roja Pêncşemî 22ê Pûşperê cezayê bidarvekirina 3 binçavkiriyan yên bi navên “Mêhdî Şerîetî, Reşîd Dêhmerd “ û kesek din bi nasnava “Salarî” ku nêzî 5 sal pêş niha bi tohmetên pêwendîdar bi kirin û firotina madeyên hişber û kuştina bi zanebûn hatibûne binçavkirin û li girtîgeha “Cîruftê” ya rejîmê li parêzgeha “Kirman”ê de bûn, her li vê girtîgehê jî hate cîbicîkirin.

Herwisa roja Çarşemî 21ê Pûşperê, cezayê îdamkirina welatiyekî xelkê bajarê “Kuyeşt”ê yê bi navê “Hesenelî Zerûnî” li girtîgeha rejîmê li bajarê “Îlam”ê hate cîbicîkirin.

Navbirî 2 sal berî niha bi tawana kuştina bi zanebûn hatibû binçavkirin û bi îdamê hatibû cezadan.

Ji aliyeke dinê ve kesek din yê bi navê “Hamid Husênpûr” roja Çarşemî 21ê Pûşperê li girtîgeha rejîmê li bajarê Makûyê hate bidarvekirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, ev kese Tirk bûye û 6 sal berî niha bi tawana kuştina bi zanebûn hatibû binçavkirin û bi îdamê hatinû cezadan.

Herwisa li girtêgeha “Recayî Şehir”ê cezayê bidarvekirina jinekê ya bi navê “Fatime Yûsifabadî” roja Çarşemî 21ê Pûşperê hate cîbicîkirin.

“Fatime Yûsifabadî” berê bi tawana kuştina bi zanebûn hatibû binçavkirin û bi îdamê hatibû cezadan

Pêka amara “Hengaw”ê di heyama kêmtir ji 7 mehan de, eva 10emîn jin e ku li girtîgehên rejîmê bi tohmetên cuda bêne îdamkirin.

Hêjayê gotinê ye ku nûçeya îdamkirina ti yek ji wane li medyatên girêdayî rejîmê bi taybet medyaya Dezgeha Dad de nehatiye belavkirin.