Deqa peyamê wiha ye:
Jin, ciwan û xwendekarên rêzdar
34 sal berî niha, di vê rojê de li roja 22ê Pûşpera 1368an a Rojî, “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, yek ji rêberên binavbang ê tevgera siyasiya Kurd û Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îslamî ya Îranê ve li bajarê “Viyen”a paytexta Otrîşê, digel endamê Komîteya Navendî û nûnerê Hizba Demokrat li Ewropayê “Ebdullah Qaderî Azar” û herwisa Dr. “Fazil Resûl” hatine terorkirin.
Maşîna teror û tirsandinê ya rejîma Îranê, hertim hewla kuştinê daye û dest ji pêşmerge, kadr û rêberatiya Hizbê hilnegirtiye û di kiryareke terorîstî ya nû de li devedevê 22ê Pûşperê, 2 endamên têkoşer ên Hizba Demokrat ên bi navên “Adîl Muhacir û Luqman Acî”, bi destê bikirêgirtiyekî terorîst ê rejîma Îranê, tevlî karwanê şehîdan bûn.
Vê rejîmê ti car dest ji kuştin û jinavbirina keç û kurên wî welatî bernedaye, mînaka herî berçav ew 9 meh û nîva derbasbûyî ye ku bi şehîdkirina “Jîna”yê li bajarê Tehranê destpê kir ku binçavkirin, îşkencekirin û şehîdkirina bi 10an kur û keç, jin û mêrên Kurd û neteweyên din li pey xwe anî.
“Dr. Qasimlo” yek ji wan rêberane ye ku pileyên herî bilind ên zanîngehê derbas kir û bi sedema emegnasî û xemxwariya ku di hundirê xwe de seh dikir, zivîrî Kurdistanê û bû yek ji rêberên karîzmatîk ê Kurdistanê.
“Dr Qasimlo” gelek girîngî bi jinan daye û ji dîtingeha wî ve ku dîtingeha Hizba Demokrat e, pêwendiya rasterast li pêşveçûn û geşeya azadiya çîn û qatên civakê wek jinan, ciwanan û xwendekaran hebûye.
Şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hevalên wî yên li ser maseya danûstandinê, ew terore heta asteke zêde ji terorên siyasî yên din ên rejîma Îranê cuda kiriye; Rast e ku yên din jî her kiryarên terorîstî û li dijî morovahiyê bûne û bi sedema wan derbe li hêza xebatkar û kesayetiyên têkoşer û xwedî şiyan daye, lê rejîma Îranê bi bikaranîna taktîka danûstandin û bi bikaranîna niyetpakiya “Dr. Qasimlo” bo pîlana xwe ya gemar, asta qirêjiya vê tawanê, hemû sînor hejandin. Li wir, pirsgirêk eva nîne ku teror, teroreke dewletî ye, her eva jî nîne ku li bilindtirîn asta desthilta rejîma Îranê de pîlana terorkirina “Dr Qasimlo” hatiye dariştin û bi rê ve çûye; Belkî binpêkirina nerît û exlaqê siyasî bi rohntirîn şêwazê jî, li pişt vê tawanê tê dîtin û gelempera wan yekan bi hev re bûne sedema birîndarbûna wijdana giştî û xîreta netewî ya xelkê Kurdistanê.
Silav li rihê şehîd “Dr. Qasimlo” û hemû şehîdên doza azadî û serbestiya Kurd û Kurdistanê
22ê Pûşpera 1402 a Rojî
Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê
Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê
Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê