Deqa Peyamê wiha ye:
Îro 34 sal bi ser terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê “Viyen” paytexta welatê “Nemsa”yê derbas dibe.
Weke ku xuya ye, terorkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, ne tenê nekarî pirsa Kurd li deverê bi giştî û li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi taybetî bihelîne û nehêle, belkî di niha de xwîna bi neheq hatî rijandin ya Dr. Qasimlo û hevalên wî pitir ji berê bûye rêya xebata bê westiyan bo xelkê Kurdistanê heta dema bidestanîna aştî, azadî, demokrasî û mafên bingehîn yên gelê Kurd.
Herwisa em di vê yada tal de, yada dawî û nûtirîn şehîdan, Siyamend Şaboyî, Adil Muhacir û Luqman Acî, sê şehîdên hatinî terorkirin yên netewa me bilind radigirin, û hevxemiya xwe digel PDKÎ û malbatên daxdar yên wan şehîdan û tev xelkê Kurdistanê dubare dikin; Em alxahîn in ku ew teror û qirkirine her çawa ku dîrokê nîşan daye, nikare xebata xelkê Kurdistanê bo azadiyê bisekinîne, belkî me qahîmtir dike.
Konfêdrasiyona Rewenda Kurdistanî, di vê yada xemgîn de, tevî şandina silav û rêz bo canê paqij ê Dr. Qaimloyê zana û hemû şehîdên reya rizgariya Kurdistanê, hevdem piştevanî ji hemû semînar û rêpêvîn û kombûnan nîşan dide ku li derveyî welat bo bilindragitina yad û navê şehîdên “Viyan”ê têne lidarxistin.
Bilind û rêzdar be yad û bîreweriya şehîdê serkirde Dr. Qasimloyê nemir
Bilind be alaya xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê
Konfêdrasyona Rewenda Kurdistanî
22ê Pûşpera 1402 a Rojî