Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê li 34emîn salvegera terorkirina şehîd “Dr. Qasimlo”

12:03 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2023

Deqa peyamê wiha ye:

Terorkirina necamêrane ya rêberê zana û xwedî şiyan ê neteweya Kurd li ser maseyê danûstandinê ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îslamî ya Îranê ve, wê rastiyê dide selimandin ku hizra berçavteng û paremayî ya axundî, bawerî bi mafê netewî ya gelê Kurd û neteweyên din ên Îranê nîne. Lewma rejîma Îranê heta niha jî bersiva daxwazên rewa yên şoreşa “Jîna”yê bi binçavkirin, sepandina girtîgeh û bidarvekirinê û herwisa bersiva dengê mafxwaziya mamosteyan bi derxistin, binçavkirin û sepandina girtîgehê daye. Niha bi 10an mamosteyên Kurd û neteweyên din ên Îranê, bi sedema mafxwaziyê hatine binçavkirin û têne îşkencekirin.

Li 34emîn salvegera şehîdkirina mamosteyê zanîngehê û rêberê binavûban ê Kurd şehîd “Dr. Qasimlo”, em digel rêbaza rewa û pîroz a wî heta serkevtinê em soz û peymanê nû dikin.

Silav li berxwedaniya mamosteyan

Serbikeve şoreşa Jînayê

21ê Pûşpera 1402 a Rojî