Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî Hêza Pêşmergê Kurdistanê koça dawî kir

10:16 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq koça dawiya pêşmergeyekî daxuyaniyek belav kir û daye zanîn, pêşmergeyek Hêza Pêşmergê Kurdistanê yê bi navê Hemîd Mehmûdî, ku sê heftî berî niha bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve demarên pişta wî qut bibûn û mixabin di nexweşxaneyekê de koça dawiyê kiriye.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Hemîd Mehmûdî yê xelkê gundê “Hewî” yê ser bi navçeya “Tîleko”ya Seqizê ku sê heftî berî niha bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve demarên pişta wî qut bibûn, tevî hewla bêwestan a pizîşkan û lipeykevtina tîmên nexweşxaneyê, mixabin êvareya roja Înê 23ê Pûşperê canê xwe ji dest da.

Hemîd Mehmûdî yê temen 25 salî, dîploma “Maşîn Alata Werzêrî” hebû. Navbirî sala 1401 a Rojî wek ciwanekî bi seh refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bo xebata siyasî-netewî hilbijard û di heyama nêzî salekê pêşmergayetî de hem şiyan û bawerbixwebûn û hem îradeya kûr bi rêbaza xwe selmand; Lê mixabin mirina wî ya naweqt îzin neda wî ku ji vê yekê zêdetir şiyan û jêhatiya xwe bixe xizmeta tevgera gel û nîştimana xwe.

Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq canjidestdana “Hemîd Mehmûdî”, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkar û hevçeperên wî.

Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê

23ê Pûşpera 1402 a Rojî