Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasnameya Navenda Teşkîlata Hizbê bo têkoşer û alîgirên Hizbê li navxweyê welat

10:58 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Navneda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê spsnameyek rû li endamên Hizbê li navxweyê welat belav kir û mandûnebûnya wan kir.

Deqa spasnameyê wiha ye:

Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê!

Rêvîngên rêya tejî serwerî ya şehîd Dr. Qasimloyê rêber!

Îsal me di rewşekê de yad û bîra 34emîn salvegera terora rêberê me yê mezin, Dr. Qasimlo û hevalên wî kir ku nîştimana me piştî şoreşa Jînayê û sepandina rewşeke bi giştî ewlehî ji caran û girtina ciwan û têkoşer û herwisa şehîdkirina du ciwanên têkoşer di bin îşkenceya hêzên mirovkuj ên rejîmê de û terorkirina sê endamên Hizba Demokrat li Herêma Kurdistanê, di rewşeke dijwar û taybet de derbas bû. Lê we bi helwêstî û jêhatiya xwe ve bihêztir ji salên borî bi hemû aliyekê nîşan da ku hûn di bin her şert û mercî de rêberê xwe yê navdar ji bîr nakin û we careke din bi kar û çalakiyên xwe ji Komara Îslamî ya Îranê re got, ku hûn vê bûyera pir ji şermezarî ji bîr nakin û li ser rê û rêbaza Dr. Qasimlo berdewam dibin.

Hevalên ser bi Rêkxistina Hizbê li navxweyê welat!

We bi rêya nivîsîna dirûşm û belavkirina tirakt û wêneyên Dr. Qasimlo û bi şandina girte vîdyoyan li gund û bajarên Kurdistanê, her ji Luristanê ve bigire heta Makûyê selmand ku nav û yada Dr. Qasimlo bo heta hetayî di esmanê nîştimana me de dicirîske û ronahîkerê rêya xebata me ye.

Xala herî berçav ya bîranîna vê salvegerê ew bû, ku îsal zêdetir ji salên borî, kesayetên siyasî û olî, çalakvanên medenî, nivîskar, helbestvan û hunermend û bi taybetî jinên têkoşer û pêşengên Kurdistanê yên li navxweyê welat bi nivîsîn û danîna helbest û mûzîkên şoreşgerî û belavkirina wan din nav torên civakî de rêz ji yad û navê rêberê me yê şehîd Dr. Qasimlo girtin.

Her lewma em ji aliyê Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve pir bi dil spasiya wan rêzdaran û çalakiyên we têkoşerên ser bi Teşkîlata Hizbê û alîgirên hizrên Qasimloyê şehîd li seranserê Kurdistanê û herwisa bajarên din ên Îranê dikin.

Mandû nebin û bi hêviya derkevtina roja azadiyê û gihîştin bi hêviyên Dr. Qasimloyê rêber.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlatê

24ê Pûşpera 1402 a Rojî