Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka bo rêgirîkirin ji destdirêjiyên rejîma Îranê, “F16”yan bo kendavê dişîne

11:05 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê bo rêgirîkirin ji destdirêjiyên rejîma Îranê bo ser gemiyan li kendav û geviya Hormoz, rêjeya balafirên xwe ên şerker li kendavê zêde dike.

Berpirsekî payebilind ên Pêntagonê ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, roja Înê 23ê Pûşperê bi ajansên nûçegihaniyan re gotiye, ku Amerîka balafirên şerker ên cura F16 bi armanca alîkarîkirin bi balafirên Amerîkayê yên cura A10 ku zêdetir ji heftiyekê ye di esmanê kendavê de digerin, heta dawiya vê heftiyê dê bo kendavê bişîne.

Herwisa wî berpirsê payebilind ê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê gotiye ku cihgîrbûna balafirên F16 ên Amerîkayê bi armanca dabînkirina ewlehî bo wan gemiyane ye ku ji avên kendav û geviya Hormoz re derbas dibin û hevdem derfeta çavdêriya Ertêşa Amerîkayê li hember rejîma Îranê li deverê zêdetir dike.

10 roj berî niha Berdevkê Navgana 5 a Hêza Deryayî ya Amerîkayê “Tîm Hawkînz” ragihandibû, ku hêzên rejîma Îranê hewl dabûn dest bi ser 2 neftkêşan ku bi awayê yasayî li avên navnetewî bûne, bigre, lê bi sedema amadebûna hêzên Deryayî yên Ertêşa Amerîkayê neçar bi paşekêşiyê bûne û ew 2 neftkêşane rêye xwe berdewam kirine.

Ertêşa Amerîkayê gotiye: “Ji aliyê rejîma Îranê ve li wan 2 salên dawiyê, zêdetir ji 20 gemiyên ticarî bi alayên navnetwî rastî azardan, zehmetiyan û êrîş an destbiserdegirtinê hatine û kiryarên wiha gefeke eşkere bo ser ewlehiya deryayî ya deverê û aboriya cîhanê ye”.