Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

55 Parêzerên dozgeriyê bo lêpêçînê bo dadgehên giştî û şoreş yên rejîmê hatine banghêjkirin

11:17 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

55 Parêzerên dozgeriyê bi sedema vê ku di daxuyaniyekê de piştevanî ji malabata “Jîna Emînî” kiribûn, bo dadgehên giştî û şoreş yên rejîmê li bajarê Bokanê hatine gazîkirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 20ê Pûşperê, banghêjnameyek bo 55 parêzerên bajarê Bokanê hatiye şandin ku divê di heyama 5 rojan de xwe bo taya 2 a lêpirsîna dadgehên giştî û şoreş yên rejîmê li vî bajarî bidine nasandin.

Di vê banghêjnameyê de sedema gazîkirina wan parêzeran “belavkirina wêne, vîdyo û gotarên li dijî heysiyeta giştî” hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 27ê Xermanana sala 1401 a Rojî, ev parêzerên dozgeriya bajarê Bokanê bi belavkirina daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji malbata “Jîna Emînî” nîşan dabûn û ragihandibûn, ku amadeyê wergirtina dosiyeya “Jîna”yê ne û hemû piştevaniyekê ji malbata wê dikin heta gihîştin bi dawî encamên wê dosiyeyê.