Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên Kurd û Tirk li Urmiyê bi hilkefta 22ê Pûşperê peyameke hevpar belav kirin

11:31 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ciwanên azadîxwaz ên Kurd û Tirk li bajarê Urmiyê bi hilkefta 22ê Pûşperê, salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê dîplomat-terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, peyamek belav kirin.

Di peyama ciwanên azadîxwaz ên Kurd û Tirk de hatiye: “Îsal 34 sal bi ser terorkirina kesayetiyê navdar û rêberê neteweya kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo re derbas dibe, 34 sal berî niha rêberê navdar ê neteweya Kurd û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Ebdurrahman Qasimlo tevî çend hevalên xwe li bajarê Viyena welatê Otrîşê ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê ve li ser maseya civînê hatin şehîdkirin. Di wê demê de dewleta Otrîşê ji bo berjewendiyên xwe dosyeya terorîzmê daxist û terorîstên rejîma Îranê bi pêşwaziyeke mezin ve vegeriyane Îranê”.

Di peyama ciwanên Kurd û Tirk ên Urmiyê de hatiye: “Îsal em di demekê de yada 34mîn salvegera şehîdkirina rêberê mezin û navdarê azadîxwaz Dr. Ebdulrehman Qasimlo bilind radigirin, ku yekgirtî û yekrêzjiyeke bê mînak piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî di navbera neteweyên di Îranê de pêk hatiye”.

Di beşeke din a peyama wan de hatiye: Dr. Qasimlo hetimî li pey demokrasî û yekgirtina neteweyan di Îranê de bû û di rastaya yekitî û yekrêjiya netewên bin zilma Komara Îslamî ya Îranê de xebat dikir. Şehîd Dr. Qasimlo ji bo Îraneke demokratîk-sêkolar xebat dikir ku di wê hikûmetê de netewên Kurd, Tirk û Belûç û yên dinê bi awayekî wekhevî tê de jiyanê bikin.

Ciwanên Kurd û Tirk yên Urmiyê dibêjin: “Em wek ciwanên Kurd û Tirk ên Urmiyê yad û bîra wî kesayetiyê navdar ê siyasî û rêberê gelê Kurd bi bilindî radigirin û rêya wî ji bo bidestxistina armancên wî yên bilind ku yekîtî û hevgirtina netewe û kêmîneyên Îranê, azadiya Îranê di bin hikûmeteke demokratîk-sêkolar de bû, bidomînin”.