Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd li sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên rejîmê birîndar bû

11:58 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di berdewamiya cinayetên rejîmê li derheq welatî û kasibkarên Kurd, hêzên rejîmê li sînorê Newsûdê teqe li kolberekî Kurd kirin û navbirî bi dijwarî birîndar bûye.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de kolberekî Kurd yê bi navê “Ramîn Kerîmî” yê xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi teqeya hêzên rejîmê li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Hêzên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê di mewdayek nêz de teqe ji wî kolberê Kurd kirine û lingî wî bi dijwarî birîndar bûye.

“Ramîn Kerîmî” kolberê Kurd bona wergirtina tedawiyên pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Di heyama 12 salên borî de zêdetirî 1,362 kolber li ser sînorên destkird ên Kurdistanê hatine birîndarkirin.