Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senator Rabêrt Mêndêz: “Em piştevanê xelkê Îranê ne”

12:24 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Meclîsa Sena ya Amerîkayê “Rabêrt Mêndêz” roja Înê 23ê Pûşperê, bi belavkirina “twitt”ekê bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên nerizayetî yên xelkê Îranê nivîsiye: “Xelkê Îranê hêjayê piştevanîkirina me ne û em piştevaniyê ji wan dikin”.

Herwisa Senator “Rabêrt Mêndêz” tevî îşarekirin bi piştevanîkirina 2 partiyên Komarîxwaz û Demokrat ên Amerîkayê ji vê daxuyaniyê di“Twitt”ê de nivîsiye: “Ez şanaziyê dikin ku min digel hevkarên xwe di dengdana dawî ya biryara jimare 2 ya Senayê de derheq xwenîşandanên Îranê, hevdem daxuyaniyeke zelal weşand”.

Wî senatorê Amerîkayê tevî îşarekirin bi binçavkirina hovane ya xwenîşanderên birîndarbûyî û bidarvekirina van ji aliyê hêzên hov ên rejîma Îranê ve got: “Wan biwêriyeke bê mînak di hember gefeke mezin de ji xwe nîşan dane û hêjayê piştevanîkirina me ne”.