Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera Sureya Qeyteranî li girtîgehê nexuya ye

12:36 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Welatiya xelka bajarê Pîranşarê piştî derbasbûna heyamekê zêde ji girtina wê hê jî qedera wê li girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê nexuya ye.

Ajansa “Kurdpa”yê di raporekê de belav kiriye, “Sureya Qeyteranî” a xelka gundê “Kanî Mela” yê girêdayî bajarê Pîranşarê, piştî derbasbûna heyamekê ji girtina wê hê jî di girtîgeha rejîmê ya li bajarê Urmiyê de binçavkirî ye û qedera wê nexuya ye.

“Kurdpa”yê belav kiriye, ku navbirî piştî lêpêçînê li yek ji girtîgehên ewlehî bo girtîgeha rejîmê ya li bajarê “Urmiyê” hatiye veguhastin.

Herwisa hatiye zanîn, ku navbirî heta niha jî, ji mafê hebûna parêzerê diyarîkirî bêpar maye.

Roja Duşemî 5ê Pûşperê hêzên ewlehî yên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşî ser mala bavê wê kirin û navbirî binçav kirin.

Herwisa roja 21ê Cozerdanê “Ebdulrehiman û Sedredîn Qeyteranî” birayên “Sureya Qeyteranî” bi bê hebûna belgeyên yasayî û bi tundûtîjî ve ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûe binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser Sureyayê de ti zanyariyek ber dest nîne.