Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Almanê navenda Îslamî ya Hamborgê wek saziyeke Îslamî ya tundajo nas kir

11:32 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Dadgeha Bilind a Îdareya bajarê Hamborgê, Navenda Îslamî ya li vî bajarî ku girêdayî rejîma Îranê ye wek saziyeke tundajo a Îslamî nas kir.

Dadgeha Bilind a Îdareya bajarê Hamborga Almanê, nerîna Îdareya Zanyarî û Ewlehiya Navxweyî ya Almanê ku Navenda Îslamiya Hamborgê ya ser bi rejîma Îranê wek saziyeke tundajo ya Îslamî binav kiribû, li roja Înê 9ê Pûşperê, erê kir.

Wê dadgehê biryar da ku rêzbendiya Îdareya Zanyarî û Ewlehiya Navxweyî ya Almanê li derheq Navenda Îslamiya Hamborê, cihê rexnekirinê nîne û Navenda Îslamî ya Hamborgê, “armancên li dijî yasya bingehîn a Alaman”ê dimeşîne.

Wê dadgehê, ji 2 mehan berî niha ve lêkolîn û pêregihîştin bi şikayeta Navenda Îslamî ya Hamborgê destpê kiriye; Ew şikayete girêdayî bi rapora 2 salan berî niha ya Îdareya Zanyarî û Ewlehiya Navxweyî ya Hamborgê ye ku bi belavkirina belgeyan dabû zanîn, ku Navenda Îslamî ya Hamborgê girêdayî girûpên tundajo û Îslamî yên wek Saziya Hizbullah a Lubnanê ye û binkeyeke çalak a rejîma Îranê di Alman de ye.

Navenda Îslamî ya Hamborgê hertim wek navendeke sîxuriyê hatiye naskirin û berê jî yek ji rêberên Partiya Kesk a Almanê, “Umîd Nûrîpûr”, ev navende wek “hêlûna sîxurî ya rejîma Îranê” binav kiribû û daxwaza daxistina lezgîn a vê navendê kiribû.