Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kotolê jinek kêm temen dawî bi jiyana xwe anî

10:19 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2023

Pêka rapora malpera Mafê Mirovî ya Hêranayê, roja Pênçşemî 23`ê Pûşperê, jina bi navê Rahile Rahdar a temen 15 salî ya xelkê gundê Razî ya Bexşa Kotola ser bi bajarê Xoyê ku qurbaniya zewaca di temenê kêm de bûye, bi sedema tunditîjiyên hundirî malbatê dawî bi jiyana xwe aniye.

Di berdewamiyê de vê çavkaniya haydar diyar kiriye ku, Rahile Rahdar keçika temen 15 salî 8 mehan beriya niha di temenê 14 saliyê de zewcîbûn û herwisa xwîşka wê jî her bi sedemên tudûtîjiyên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Pêka roporên meydayên hundir, li Îranê tenê di roja 13`ê Cozerdana îsal de 4 jin û keçikekê, bi sedemên zewaca di temenê kêm de û tundtîjiyên malbatî dawî bi jiyana xwe anîne.

Di destpêka îsal de heya niha 10 jin û keçekê her bi sedemên zewaca di temenê kêm de û tundûtîjiyên  malbatî canê xwe ji dest dane.