Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Urmiyê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin

11:06 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2023

Spêdeya roja Pêncşemî 22ê Pûşperê girtiyê Kurd yê bi navê “Husên Dûlxanî” yê xelkê bajarê Sûta ser bi parêzgeha Urmiyê di girtîgeha Navendî a Urmiyê de hat darvekirin.

Ev girtiyê han di sala 1396an a Rojî de, bi tawana “kuştina bi zanebûn” a xwîşka xwe, ji aliyê dadgehên dadweriyê yên rejîmê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Hêjayê gotinê ye ku roja Sêşemî 20ê Pûşperê, girtiyê bi navê “Bextyar Çiraxî” li girtîgeha Dêzilava Kirmaşanê jî hat darvekirin.

Her wisa roja Sêşemî 31`ê Cozerdanê dubare, girtiyê bi navê “Arif Hevasî” li gritîgeha Îlamê hatibû bidarvekirin.