Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bonyadê Şehîd a rejîma Îranê êrîşa sayberiya li ser xwe piştrast kir

11:13 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2023

Damezraveya Bonyadê Şehîd a rejîmê ku çend rojan berî niha ji aliyê girûpa hekêriya “Bextek” ve hatibû hekkirin, ew êrîş piştrast kir û îrtiraf kiriye ku malpera fermî ya vê saziyê hatiye hekkirin.

Ragihandinên navxweyî yên ser bi rejîma Îranê li roja Şemî 24`ê Pûşperê, daxuyaniya “Bonayê Şehîd û Karûbarên Îsargeran” a rejîma Îranê li derheq hekbûna malpera fermî ya vê damezraveya rejîmê, piştrast kirine lê îdi`a kirine ku li demjimêrên destpêkî yên hekkirinê de hatiye kontrolkirin

Ew îdi`aye li halekê de ye ku bi tenê wêneya pela yekem a vê malperê li ser maye û ew malpera han ji kontrola vê damezraveya rejîmê derkevtiye.

Pêka raporên belavbûyî, girûpa hekêriya “Bextek” berpirsiayretiya vê êrîşê li stuyê xwe girtiye û gotiye ku tevahiya “sîstem, data, zaniyarî û bekapên stata navendî” ya vê damezraveya rejîmê, reş kirine.

Hêjayê gotinê ye ku vê girûpa hekêrî belavkiribû, ku bi sedema pêrenegihîştina rejîma Îranê bi rewşa malbata kuştî û birîndarên Îranê û xwarina mafên wan ji aliyê vê rejîmê ve, dest bi hekkirina sîstema kampûtera vê damezraveyê kirine.