Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarekî Kurd li bajarê Urmiyê bi sedema ketin li bilindahiyê canê xwe ji dest da

11:20 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2023

Bi sedema nebûna ewlehiya kar kedkarekî Kurd li bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.

Roja Şemî 24ê Pûşperê, kedkarekî Kurd yê bi navê “Kerîm Mihemedzade” temenê 34 salî û kurê “Efendî” di dema karkirin li avahiyekê bilind de bi sedema nebûna ewlehiya kar ji qata 9ê dikeve qata 5ê û canê xwe ji dest dide.

Ev avahiya ku navbirî li vir kar dikir û rastî vê bûyerê hatiye li şeqama “Bedî`e” ya bajarê Urmiyê ye.

Kerîm Mihemedzade, xêzandar û bavê 2 zarokane û xelkê gundê “Qunî” yê girêdayî devera Som û Biradostê ye.