Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmenên zanistî yên girûpa Pizîşkî li derheq dûrxistina mamostayên bijare kar hişdarî dan

11:35 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2023

Girûpek ji pisporên civata pîzîşk û endamên heyeta zanista zanîngehên zanista pîzişkî di daxuyaniyekê de li derheq pîlana hevaheng a bo dûrxistina pisporên bijare û malinişînkirina bizorê û sînordarkirina van ji aliyê rejîmê ve nîgeraniya xwe nîşan dan.

Ev grûpa pizîşkên Îranî tevî rexnekirina bêdengiya saziyên pêwendîdar li hember “dûrxistina plankirî ya endamên navdar û carna jî bêhempa ji postên curbicur ên perwerdeyê” hişdarî dan ku dûrxistina mamosteyên navdar an malnişînkirina wan bi zorê, çavkaniya nebûna perwerdehiyê ji zanîn di tevahiya karsaziyê de ye.

Di berdewamiya li hember derketina zordariyên hikûmetê ya akademîsyenan re û hevdem ligel rûbirûbûna xwendekarên xwenîşander, hejmareke zêde ji mamosteyên zanîngehê ku di xwenîşandanên seranserî yên di vê dawiyê de helwesta "dijî hikûmetê" girtibûn gefa ji kar dûrxistin an bê çarenivîs hêlana van bo kar hatibû xwarin.

Gefxwarin û lêdana li zanîngehê, gefxwarina li malbatan, qedexekirina hatin û çûnê û girtin ji aliyê dezgehên ewlekarî yên li derveyî zanîngehê beşeke ji hewlên rejîmê ne bo tepisandin û fetisandina dengê xwendekaran li gel xwenîşandanên seranserî de.