Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava gola Urmiyê gihîştiye nizimtirin asta xwe li 60 salên derbasbûyî de

11:55 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2023

Gola Urmiyê ku mezintirîn gol li navxweyê Îranê û yek ji 25 golên mezin ên cîhanê ye, rastî kirîza çikbûna yekcarî hatiye û asta ava vê golê ji 60 salên derbasbûyî ve heta niha, gihîştiye nizimtirîn asta xwe.

Serokê berê yê Saziya Parastina Jîngeha Îranê “Îsa Kelanterî” ku ji sala 1392 a Rojî ve heta meha Pûşpera sala par, birêveberê Stada Zindîkirina gola Urmiyê bûye li derheq gola Urmiyê de gotiye ku ew gola han nêzî jinavçûna yekcarî dibe û heta meha Xermanana Îsal dê bi tenê talçixek ji vê golê yê bimîne û êdî ti kes nikare li bajarên wek bajarê Tewrêzê de bijî.

Herwisa Îsa Kelanterî gotiye: “ji destpêka hatina serkar a Îbrahîm Reîsî ve heta niha asta gola Urmiyê 97 santîmertan daketiye û qasa ava gola Urmiyê ku 2 salan berî niha 3.93 milyard metra 3cî bû, niha bi tenê 700 milyon metra 3cî av têde maye û berfirehiya vê golê ji 3.100 kîlometrên 2cî niha gihîştiye 920 kîlometrên 2cî û wiha heta dawiya demsala Havîna îsal ti avek li golê de namîne û gola Urmiyê dê bibe talçix.

Rejîma Îranê bi gotinên çewt dixwaze çikbûna yekcarî ya vê golê perdepoş bike ku bikare piştî çikbûna yekcarî, kanên lîtiyomê ku nirxek bilind li cîhanê de heye û li jêr avên vê golê de hatiye peydakirinê, bi dest xwe ve bîne.