Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama 7 mehan de ‌Hezar kes li Îran û Kurdistanê hatine binçavkirin

11:57 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li destpêka sala 2023an a Zayînî ve heta niha li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 1000 kes hatine binçavkirin.

Pêka amara Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê li destpêka sala 2023an heta niha ku dike 7 meh an jî 196 roj li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 1000 kes ji çalakvanên siyasî, medenî û olî hatine binçavkirin.

Herwisa pêka vê amarê di nava wan Hezar kesên binçavkirî de zêdetirîn rêje ji kesên binçavkirî ku dike 513 kes welatiyên Kurd bûne û 258 kesên din jî hevwelatiyên Belûç bûne û 229 kesên din jî ji netewên din bûne ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihên nexuya hatine veguhastin.