Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Sûriyê berdewam in

11:55 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ertêşa Îsraîlê carek din êrîşî ser Sûriyê kir û li derdorên parêzgeha Homsê cebilxaneyên girûpên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê kire armanc.

Roja Yekşemî 11ê Pûşperê “Avîçayî Adrayî” Berdevkê Ertêşa Îsraîlê ragihand ku, “balafirên şerker yên Îsraîlê sîstema berevaniya mûşekî ya Sûriyê kiriye armanc”; herwisa navbirî ragihandiye ku, “ew sîstema mûşekî ya Sûriyê berê mûşek ber bi welatê Îsraîlê ve avêtibûn, lê di esman de ji aliyê Îsraîlê ve bibûne teqandin û ti xisarek li pey xwe neanîbû”.

Herwisa navbirî ragihandiye, ku derdora bakurê parêzgeha “Homs”ê li Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve bûye armanc.

Çavedêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê, li derheq êrîşên Îsraîlê ragihandiye, “ew deverên ku bûne armanc, cebilxane û enbarên teqemeniyan Hizbullaha Lubinanê û girûpên girêdayî rejîma Îranê bûne”, lê medyayên Sûriyê ragihandine, ku ev êrîşane ti xisarek li pey xwe neaniye.

Di 6 mehên derbasbûyî de, eva 19emîn êrîşa Ertêşa Îsraîlê ye bo ser Sûriyê û di wan êrîşan de cihên girîng yên milîşên rejîma Îranê bûne armanc; heta niha Îsraîlê çendîn caran bi awayekî nefermî ragihandiye ku rê nade hêzên rejîma Îranê li Sûriyê cihgîr bin.