Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek berpirsên payebilind ên Birîtaniyayê jî wî welatî daxwaza tunditrîn kiriyan li dijî rejîma Îranê kirin

09:23 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Du wezîrên berevaniyê yên berê û yek ji rêberên berê yê Partiya Lîberal Demokrat û rêberê niha yê Komîteya Karûbarên Derveyî parlementoya Brîtaniyayê di nameyekê bo Wezîrê Karê Derveyî wî welatî daxwazkirin da ku li hember kiriyarên rejîma Îranê de tundtirîn biryaran bistînin.

Van siyasetmdarên Birîtanî di nameya bo James Cleverley Wezîrê Karê Derve yê wî welatî de nivîsîne: Karnameya hovaneya mafê mirovan a Îranê, lezkirina bernameya Navkî, piştevanîkirin ji hêzên bedel li seranserê Rojhilata Navîn, alîkariyên berfireh ji Rûsya re di şerê hovane yê li dijî Ukrayînê û piştevanîkirin ji terorîzm û revandina mirovan, nîşanên rejîma Îranê ne wek gefeke eşkere li ser ewlehiya navneteweyî.

Siysetmedarên Birîtanî yên ku ev nameya îmizekirin e hişdarî jî dane ku, Komara Îslamî, mezintirîn û şerkertirîn hêze di Rojhilata Navîn de ku ev jî gefek eşkere ye bo guhertina nezima cîhanî di gel hevbendiya geşekirinê ya di gel Rûsyayê ku meraqa kûtirkirina vî şerî heye.

Ev rapora bi awayek eşkere ji dewleta Birîtaniyayê daxwaz dike da ku destê Îranê li terorîzm û revandina mirovan di wî welatî de qut bike û rejîma Îranê bixe nav îzoleyeke zêdetir da ku piştevaniya navneteweyî ji bo hevbendiya li dijî Îranê pêk bê û mijar bigihîje bi dewletên din ên endamên lihevkirinê.