Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malinişînkiriyan û kêm endamên çendîn bajarên Îranê kombûnên nerizayetiyê li dar xistin

10:31 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 25`ê Pûşperê hejmarek malinşînkiriyên Dabînkirina Civakî û Polayê digel kesên kêm endam li bajarên wek Tehran, Reşt, Ehwaz, Kirmaşan, Gîlan, kedkarên Polaya Îsfehanê, kêm endamên Erdebîl, Sarî, Kirman, Şûş û Heft Tepe, kombûnên nerazîbûnên li dar xistin û daxwaza pêragihîştin bi daxwazkariyên xwe kirin.

Ev kombûnên nerizayetiyê hev dem digel salroja Dabînkirna Civakî li Îranê birêveçûne û, malinişînkiriyan digel kêm endaman di van xwenîşandanên nerazîbûnê de gotine: "Guhertinên plana 7emîn ya geşepêdanê li dijî karkeran e û divê ji aliyê nûneran ve ji holê bê rakin."

Di heyama mehên borî de, hin bi nav nûnerên mecilsê û hin berpirsên rejîmê rewşa jiyanê Îranê di kirîzê de ragihandin e û di vê pêwendiyê de Hadî Mûsevî Nîk, Serokê Lêkolîn û xweşbijêviya civakî ya wezareta hevkarî, kar û xweşbijêwiya civakî di vîdyoyekê de ku li ser malpera Neved Îqtisad belav bûye îlankiriye ku ji sedî 57 nifûsa Îranê kêmasiya xwarinê hene ku 2100 kalirî bo her mirovî hewceye lê xelkê me xwedî kêmasiya xwarinê ye.

Û ji ber rewşa xirab a aborî ya li Îranê di van salên dawî de jî xwenîşandanên malnişînkiriyan, karker, mamoste û perestaran gelek zêde bûye.