Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinek Kurd ji aliyê hêzên rejîmê li bajarê Urmiyê hat binçavkirin

10:37 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Jinek Kurd li devera Tirgewer ya girêdayî bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê roja Şemî 24ê Pûşperê, jinek Kurd ya bi navê “Lalîxan Nîkniya” xelka gundê "Hekê” yê girêdayê devera Tirgewer ya ser bi bajarê “Urmiyê” ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.

Çavkaniyek agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihandiye ku hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrişî ser mala navbirî kirine û ev binçavkirine.

Herwisa hatiye ragihandin ku “Lalîxan Nîkniya” bi tohmeta pêwendî digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberî rejîmê hatiye binçavkirin.

“Lalîxan” xêzandare û xwediyê 4 zarokan e.

Heta dema belavbûna vê nûçeye ji qeder û cihê ragirtina wê ti zanyariyek ji ber dest de nîne.