Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Înterneta Îranê li asta herî nizim a kalîte û lezgîniyê de ye

11:06 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Encumena Ticareta Elektronîk a Tehranê daye zanîn ku kalîteya înternetê li Îranê li rewşa kirîzê de ye û li navbera 100 welatên cîhanê de pileya herî dawî li lezgînî û înterneta sînordarkirî de heye.

Encumena Ticareta Elektronîk a Tehranê bi belavkirina raporekê li roja Dûşemî 26ê Pûşperê daye zanîn ku înterneta Îranê li warê kalîteyê ve li kirîzê de ye û piştî welatê Miyanmarê pileya herî dawî li warê aloziya Înternetê û piştî welatê Çînê, pileya herî dawî li înterneta sînodarkirî de li ser astê cîhanê heye.

Herwisa di vê raporê de hatiye ku  Îran yek ji wan 5 welatên cîhanê ye ku lezgîniya înternetê li asta herî nizim de ye û pirsgirêka bingehîn a înternetê li Îranê, aloziyên berfireh û hertimî li ser nêzî tevahiya “IP” û malperan e û nêzî %50 a şandina datayan bo wan, rastî pirsgirêkan tên.

Rejîma Îranê bi kêmkirina lezgîniya înternetê û fîlterkirina piraniya App û malperan, hewla kontrolkirina înternetê dide û li demên aloziyan de înternetê qut dike ku ji veguhastina nûçeyên serast rêgiriyê bike.