Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîna darên ber li devera Soma û Biradost ji aliyê rejîma Îranê ve

11:37 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Darên ber yên welatiyan li gundê Fêziyan ji aliyê navendên girêdayî rejîmê ve tên birîn û jinavbirin.

Pêka rapor, wêne û vîdyoyên belav bûyî heyamek zêde ye ku darên ber yên gundê “Fêziyan” yê girêdayî devera Soma û Biradost ya ser bi bajarê “Urmiyê” bi fermana dozgeriya “Sêro” û navendên weke “Çavkaniya Şirûştî” ya rejîmê tên birîn û jinavbirin.

Heta niha çendîn caran darên welatiyan hatine birîn û heta dozgeriyê fermana herifandina hin malên welatiyan jî dabû, lê welatiyan bi hevkariya şêwreyên gund rênedane û eva heyama salekê ye ku ev bûyera han dûbare dibe.

Heta niha welatiyan çendîn caran serdana Şêwreya gund û deverê û herwisa serdana navendên pêwendîdar kirine, lê ti bersivek bi wan re nehatiye dan û heta sedema birîna wan daran jî bo wan nehatiye rohinkirin.

Dubarebûna vê bûyerê û talankirin û jinavbiran mal û milkê cotyaran û guhnedan û bersivnedana wan bûye cihê dilsarî û nîgerniya welatiyên gundê “Fêziyan”.