Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Alman çalakiyek di salvegera terorkirina şehîd “Dr. Qasimlo” û hevalên wî de bi rê ve ço

11:44 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Endamên Hizba Demokrat li welatê Alman, li ber deriyê balyozxaneya rejîma Îranê li bajarê Hamborgê, çalakiyek lidar xistin.

Roja Şemî 24`ê Pûşperê, li 34`emîn salvegera terorkirina rêberê xwedî şiyan ê gelê Kurd Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” û hevalên wî, endamên Komîteyên devera Hamburg û Berlînê li ber deriyê balyozxaneya rejîma Îranê li bajarê Hamborgê çalakiyek lidar xistin.

Xwenîşandan bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên doza rizgariya Kurdistanê, dest pêkir.

Di berdewamiyê de, “Şehriyar Neqişbendî” bi zimanên “Kurdî û Farsî” li 2 beşên vê xwenîşandanê de bas ji rola “Dr. Qasimlo” û hewldanên wî li xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd kir; Herwisa navbirî îşare bi berdewamiya hewlên terorîstî û dijî mirovahî yên rejîma Îslamiya Îranê li hember gelê Kurd û neteweyên din li Îran û welatên din de kir.

Li beşeke din a vê xwenîşandanê de, çalakvanê siyasî “Yedî Beledî” gotarek li derheq “Dr. Qasimlo pêşkêşî beşdarbûyan kir û piştre peyama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi zimanê Almanî ji aliyê “Ronak Serhedî” ve hate pêşkêşkirin.

Herwisa “Hesen Başende” ku ji aliyê Komîteya Devera Hambûrgê ve hatibû gazîkirin, peyama Partiya Xelkê Belûçistanê xwend û peyama Encumena Girtiyên Siyasî, ji aliyê “Eta Zerdeştî” ve hate xwendin.

Li berdewamiya vê çalakiyê de, “Mihemed Tahû û Rafa Serrût”, çend sirûdên şoreşvanî strandin û “Soran Mehmûdî” jî helbestek amade kiribû ku bo beşdarbûyan, xwend.

Li beşa dawîyê de, “Dawûd Elîxanî” peyama “Endamên Yekîtiya Serbixwe ya Rêkxirawên Siyasiyên Hamborgê” pêşkêşî beşdarbûyan kir.