Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ferman ferman daye ku ji bo li hember derketina bûyerên cihê nîgeraniyê yên di heyamên borî de, Amerîka balafirên şer yên F16 û F35 û herwisa Gemiya şer a balafirhilgir a USS Thomas Hardner bo berevanîkirin ji azadiya hatin û çûna deryayî dê bişîne herêmê.
Sabrina Singh Cêhgira Berdevkê Pêntagonê jî roja Duşemî di vê barê de diyar kir ku, bi balkişandin li ser gefên berdewam, bi hevahengiya digel şirîk û hevalbendên xwe, ev wezaretxaneya di halê zêdekirin û xortkirina amadehiya xwe û şiyanên xwe bona çavdêrîkirina li ser ewlehiya tenga Hormozê û avên derdorê ye.
Di dawiya meha Pûşperê de Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihand ku van pêşî ji kiryarên hêzên deryayî yên rejîma Îslamiya Îranê yên bo dest biserdegirtina du gemiyên neftê yên bi navê Richmond Voyager û TRF Moss li avên navneteweyî li deryaya Umanê girtine.
Yek ji rayedarên payebilind yên Berevaniya Amerîkayê jî roja Înê îlankirbû ku biryara şandina balafirên F16 bo Kendavê bi armanca pêşîgirtin li destniserdegirtina gemiyên neftê ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve hatiye standin.
Weke tê zanîn 1 li ser 5 ji petrola cîhanê bi rêya gemiyan bi rêya tengava Hormozê re tê henardekirin.