Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji nîveya civaka Îranê rastî krîza hejariya avahiyan hatine

12:08 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Bi sedema enflasyon, bilindbûna zêdetir a %50 ya nirxa xanî û kirîya avahiyan û daketina dahata xelkê û şikesta aborî ya rejîmê û gendeliya sistematîk a rejîmê, zêdetir ji nîveya civaka Îranê rastî krîza hejariya avahiyan hatine.

Malpera “Eko Îran” a ser bi rejîma Îranê di raporekê de belav kiriye, ku niha %90 a malbatan li bajarê Tehranê rastî krîza hejariya avahiyan hatine û parêzgeha Elborz bi %85 û parêzgeha Gîlanê bi %75, li rêzeya 2 û 3 ya vê rêzbendiyê de ne.

Herwisa di vê raporê de hatiye, ku parêzgehên “Îsfehan, Qezwîn, Hemedan, Fars, Qum, Xurasan, Simnan, Kirmaşan û Zencan” bi 50 heta %70, di vê rêzbendiya hejariya avahiyan de ne û amara nêvincî ya hejariya avahiyan li seranserê Îranê zêdetir ji %50 ye.

Rejîma Îranê bi siyaseteke gemar û bi armanca talankirina darayiya xelkê hejar ên Îranê, wamên bankî bi qistên 19 milyon Tumenî bo avakirina avahiyan bi xelkê re dide, ew yeka di halekê de ye ku dahata nêvinciya karmendan jî pêka amarên rejîmê, kêmtir ji 12 milyon Tumenî ye.

Pêka hin rojnameyên navxweyî, bi wama bankan, xelk heta nikarin 17 metrên 2cî avahî di Tehranê de bikirin.

Bilindbûna rêjeya hejarî, daketina dahat, krîza dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyanê, krîza hejariya avahiyan û çendîn krîzên din ên civakî, tendirustî û jingehî, roj bi roj jiyan hevwelatiyan di Îranê de dijwartir dike.