Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ferşad Mo`iminî serokê Navenda Ol û Aboriyê rejîm îtraf bi gendeliyê rejîmê dike

10:32 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ferşad Moimênî, aborînas û Serokê Navenda Ol û Aboriya rejîmê piropagendeyên rejîmê yên li bara zewac û zarok çêkirinê de rexne kir û got: “Şîret ne hewce ne, tenê hûn debara jiyanê sererast bikin, dê welatî bi xwe bibin xwediyê zarokan.

Wî berpirsê rejîmê rû li berpirsên din yên Îranê îtraf kir û got: We bi siyasetên nehişmend ewlehiya aborî têk biriye, bi vî awayî ku hêviya maldariyê di du dehkên herî kêm de dahata civakê 200 salan û di dehkên navîn de gihîştiye 50 salan û di heman demê de hûn mizgînî didin û teşwîq dikin ku zarokan çê bikin, ku ev dorhêlek xirab e.

Ferşad Moimênî berdwam kir û got: Hejariya ramanê qedera Îranê bext reş dike! Û îtraf bi vê jî kir ku ew atmosfera ku ji aliyê gendel, zordaran û serdestên hêzên mezin ên Îranê ve hatiye çêkirin, wisa ye ku niha jî eger kesek behsa maf, dadmendî û azadiyê bike, hinek kes tohmetan jê dizeliqînin û wî di balçikê de bat dikin.