Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî xelkê bajarê Bokanê ji aliyê rejîma Îranê ve hate binçavkirin

10:39 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Hunermend û çalakvanê çandî yê xelkê bajarê Bokanê “Riza Xoşnezer”, ji aliyê hêzên serkutker ên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Pêka nûçeya “Xoragirî” ya “Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistan”ê roja Yekşemî 25`ê Pûşpera 1402 a Rojî, hêzên serkutker ên rejîma Îranê li bajarê Bokanê, avêtine ser mala hunermendê xelkê wî bajarî “Riza Xoşnezer” û bi reftareke tundûtîj ew binçav kirine û ligel xwe birine.

Hêzên serkutker ên rejîma Îranê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û yasayî û bi hinceta vê ku wî hunermendî sirûdeke nîştimanî ya bi navê “Weten” strandiye, bi awayekî hov ew binçav kirine û heta niha, ti zanyariyek li ser qeder û rewşa navbirî li ber dest nîne û lipeykevtina malbata wî jî bê encam maye.