Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Hemedanê du girtiyên xelkê Kengavê hatin darvekirin

11:22 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Spêdeha roja Duşemî 26ê Pûşperê rejîma Îslamiya Îranê du girtiyên bi navên Muhsen Yaqûtî û Hemze Ferxî li girtîgeha Navendî ya Hemedanê dar vekirin.

Ev her du girtiyên han paşnîvroya roja Şemiyê 24ê Pûşperê di gel girtiyekî din yê bi navê Sadiq Rizayî yê xelkê Hemedanê bo odeya takekesî veguhastinbûn, Sadiq Rizayî bi tohmeta Kuştina bizanebûn a tolhidanê hatibû cezakirin, li sikalaya dosyeyê du meh mohlet wergirtiye.

Pêka raporên belavbûyî, Muhsen Yaqûtî û Hemze Ferxî du salan beriya niha di doyeyeke hevpar de bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber li bajarê Hemedanê hatibûn binçavkirin û cezayê darvekirinê ji wan re hatibû birîn.

Saziya Mafên Mirovan a Îranê ku di 11ê Cozerdanê de raporek li bara rewta zêdebûna darvekirinan li Îranê de belavkirye dibêje, di 5 mehên borî de zêdetirî 300 kes li Îranê hatine bidarvekirin, ku 142 girtî tenê di meha Gulanê de bûne û vê saziyê hişyarî daye ku eger civaka navdewletî bersiveke tund nîşan nede di mehên pêş de bi sedan kesên din dê bibin qurbanî.