Pêka raporên navxweyî yên rejîma Îranê, 20 milyon kes ji xelkê Îranê li wan deveran de dijîn ku rastî herifîna erdê hatine û bînayên wan rizî bûne û li ser hêlên erdhejê ne.
Rojnameya “I`itimad” a ser bi rejîma Îranê bi belavkirina raporekê li 26`ê Pûşperê, daye zanîn ku 1 li ser 4 a heşîmeta xelkê Îranê li 167 Hezar hiktar ji taxên rizî de dijîn ku ew rêjeye %20 a tevahiya axa Îranê ye û zêdetir ji 20 milyon û 670 Hezar malbat li wan cihên ne-standard û metirsîdar de dijîn û 10 milyon kes ji vê rêjeyê, li 2 milyon û 700 Hezar avahiyên metirsîdar li 5 Hezar û 500 taxên rizî de dijîn.
Herwisa rojnameya “I`itimad” ku rapora xwe li ser gotinên berpirsên wezareta “Rê û Bajarsaziya” rejîma Îranê ve amade kiriye, daye zanîn ku 32 Hezar hiktar ji bînayên rizî yên dîrokî li 200 bajaran, nêzî 60 Hezar hiktar ji cihên nefermî yên jiyana xelkê ku Hezar û 153 tax li 110 bajaran û 74 Hezar hiktar ji taxên rizî yên asta nêvincî li 540 bajaran li xwe digre, li ser ewlehiya canê xelkê Îranê bûye gefeke metirsîdar.
Bajarvanê bajarê Tehranê Elîriza Zakanî li derheq wan cihên metirsîdar li bajarê Tehranê, bêşermane îtiraf kiriye: “Eger em lîsteyê bîna û avahiyên metirsîdar li bajarê Tehranê de belav bikin, kes li wî bajarî de namîne”.