Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd li sînorê Hengejal ji aliyê hêzên rejîmê ve hat birîndarkirin

11:41 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li sînorê Banê kolberekî Kurd bi teqeya hêzên rejîmê birîndar bû.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê roja Yekşemî 25ê Pûşperê, kolberekî Kurd yê bi navê “Eşkan” ku nasnameya wî rohin nîne xelkê gundê “Darîne” yê girêdayî bajarê “Banê” û rûniştiyê bajarê “Banê” bi teqeya rasteras a hêzên rejîma Îranê li sînorê “Hengejal” yê Banê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Hêzên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberî kirine û di encam de destê wî yê rastê bi dijwarî birîndar bûye.

Ev kolberê Kurd bona wergirtina tedawiyên pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de roja Şemî 24ê Pûşperê li sînorê “Te te” yê Hewramanê jî kolberek din yê bi navê “Mihemedsalih Qenberî” xelkê gundê “Sefiyav” yê girêdayî bajarê “Ciwanro”yê bi teqeya hêzên rejîmê hatibû birîndarkirin.

Herwisa hatiye ragihandin ku rewşa tenduristiya navbirî nebaşe û divê lingê wî yê rastê ku birîndar bûye bê birîn.