Beyan Ferecullahî, welatiya bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin.
Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê şeva Duşemî 26ê Pûşperê, welatiya bi navê “Beyan Ferecullahî” xelkê bajarê “Sinê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin.
Çavkaniyek agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihandiye ku hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrişî ser mala wê kirine û navbirî binçavkirine.
Herwisa hatiye ragihandin ku “Beyan” bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtilaatê hatiye veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nine.