Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kes li girtîgeha Qizilhesar ya bajarê Kerecê hatine darvekirin

15:50 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di berdewamiya darvekirin û girtin û bê ser kirina xelkê ji aliyê rejîma Îranê sê kesên din li girtîgeha Qizilhesar hatine bidarvekirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Hêrana”yê roja Sêşemî 27ê Pûşperê, cezaya bidarvekirina 3ê kesan yên bi navên “Siyamek Heyatbînî, Muslim Hewasîzadeh û Seyîd Mensûr Seyîdî” ku zêdetir ji 10 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber hatibûne binçavkirin û cezaya îdamê bi ser wan de hatibû sepandin îro cezaya sepandî li girtîgeha “Qizilhesar” ya rejîmê li bajarê “Kerec”ê hat cîbicîkirin.

Hatiye belavkirin ku “Musilm Hewasî û Siyamek Heyatbînî” xelkê bajarê “Kuyeşt” ya parêzgeha Loristanê û “Mensûr Seyîdî” xelkê ajarê “Tehran”ê bûne.

Pêka amarên belav bûyî ji aliyê navendên Mafê Mirovî li sala 1401an aliyê kêm 617 kes ji aliyê rejîma Îranê bi tohmetên cuda hatine darvekirin ku 13 kes ji wan jin û 6 kes ji zarok bûne û bi berhev danîn digel salên berên rêjrya îdamê li Îranê 80 ji sedî zêde bûye, herwisa her di salekê de cezaya îdamê bi ser 136 kesên din de jî hatine sepandin.