Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Joni Ernst reşnivîsekê bo hevalbendiya li dijî terorîsma Komara Îslamî amade dike

10:25 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

 Piştî zêdebûna êrîşên rejîma Îslamiya Îranê bo ser gemiyên bazirganî yên avrêyên navneteweyî, Senatora Komarîxwaz Joni Ernst mejûlî amadekirina reşnivîseke yasayî ye da ku ji Îsraîl û welatên hevalbenda Erebî bo şer di gel terorîsma Komara Îslamî mifahê jê werbigire.

Li gorî weşana Washington Freebeacon, armanc ji vê reşnivîsê pêk anîna hevalbendiyekê ye bona li hember derkevitina êrîşên Komara Îslamî yên li ser gemiyên bazirganî û berfirehkirina nasîna bernameyên mûşekî û balafirên bêpîlot yên Komara Îslamiya Îranê ye.

Senatora Komarîxwaz a Amerîkayê Joni Ernst bi rexnekirina siyasetên derve yên Joe Biden li hember Komara Îslamiya de, navbirî bi sedema wêrek kirina rejîma tundrew a Komara Îslamî, tawanbar kir.

Joni Ernst daxwaza zelalkirina nebaş bikaranîna agahiyên veşartî û lihevkirina veşartî ya di gel Komara Îslamiya Îranê ji aliyê Raort Mali nûnerê taybet yê Amerîkayê li karûbarên Îranê de kir.

Senator Joni Ernst di wê baweriyê de ye ku divê Kongres li bara "pirsgirêka Robert Malî" de dest bi kar bibe da ku rê li ber "her lihevkirinek" di navbera Joe Biden û Komara Îslamî de bigire.

Her di vê pêwendiyê de Kevin McCarthy, Serokê Meclisa nûneran a Amerîkayê, roja Sêşemî 18ê Pûşperê ji rojnameya Jerusalem Post a Israîlî re jî got: Meclisa nûneran a Amerîkayê li dijî her lcure lihevkirinek di navbera hikûmet û rayedarên Komara Îslamî de ye,bi bêyî nêrîn û çavdêriya Kongresê.