Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkdana tirba endamekî PDKÎ li bajarê Bokanê

12:24 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Tirba “Seid Eyûbî” endamê PDKÎ yê xelkê bajarê Bokanê ku çend roj berî niha bi sedema bûyerek hatûçûnê canê xwe ji dest dabû, ji aliyê kesên girêdayî rejîmê ve hate têkdan.

Pêka Nûçeya ku gihîştiye bi Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina PDKÎ, destûpêwendiyên rejîma Îranê li bajarê Bokanê, tirba “Sied Eyûbî” li goristana bajarê Bokanê têk dane, lê tirba wî ji aliyê xelkê nîştimanperwer ve carek din hate nûjenkirin.

Roja Sêşemî 6ê Pûşperê “Seid Eyûbî” endamî dêrîn yê PDKÎ û girtiyê berê yê siyasî ku digel hevjîna xwe “Kejal Eyûbî” li rêya Bokan bo Mehabadê rastî bûyereke hatûçûnê hatibûn, mixabin her duyan canê xwe ji dest da.

“Seid Eyûbî” tevî vê ku yek ji endamên herî çalak û têkoşer yê Hizbê bû, hevdem di nava xelkê bajarê Bokanê de jî wekî kesek dilsoz û wefadar hatibû naskirin, lewma di nava xelkê de xwediyê rêzek taybet bû.