Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kombûnên nerizayetiyê hatin lidarxistin

10:35 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Malnişînkirî û mamosta û kêmendaman li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê dubare ji ber guhnedan daxwazkariyên xwe û rewşa nebaş a jiyanê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Sêşemî 27ê Pûşperê, li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê yên wek: Kirmaşan, Tehran, Reşt û Şîrazê, malnişînkiriyên Dabîn kirina Civakê û Perwerde û Hînkarî, mamostayan û kêm endaman, li ber deriyê organên pêwendîdar kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Komek li malnişînkiriyên bajarê Kirmaşanê bi sedema rewşa nebaş a jiyanê û berçavnegirtina daxwazkariyên van ji aliyên rejîma Îranê ve, li ber deriyê avahiya Sandiqa Malnişînkiriyên Kirmaşanê kom bûn nerizayetî nîşan dan.

Her di vê kombûnê de malnişînkiriyên Kimaşanê dirûşma “dibe mamostayên girtî bên berdan” dan.

Roja Sêşemî malnişînkiriyên îdareya Perwerde û Hînkariya Sinê piştî bangihêjiya Navenda Encumena Malnişînkiriyan, bi dana drûşma “hem mecils û hem hikumet di gel xelkê derevan dikin” nerazîbûna xwe nîşan dan.

Di berdewamiya nerizayetiyên cemawerî de, rûniştiyên navça “Qa`êm” li ber deriyê parêzgeha Îlamê bi nîşandan nerizayetiyên xwe, rewşa nebaş a rêyan û avroyên vê navçê, kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa komek kêm endamên Tehranê, komek malnişînkiriyên Civakî yên bajarê Reştê, û hejmarek jî mamostayên Şîrazê, bi dana dirûşma li dijî gendelî û bersivnedana berpirsên rejîmê li derheq daxwazkariyên van, nerizayetî nîşan dan.

Birêveçûna berdewam a kombûnên nerizayetiyên tex û qadên cuda yên civakê di halekê dene ku heta niha berpirsên rejîmê bilî serkutkirin, dosyesaziyên ewlehî û tohmetên cuda, ti bersivek bo xelkê tunebûne.