Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê îdama du girtiyên Kurd li girtîgehên Kirmaşan û Urmiyê hat cîbicîkirin

10:54 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Du welatiyên Kurd ku yek ji wan xelkê bajarê Nodşe û yên din xelkê bajarê Mehabadê ye li girtîgehên rejîmê de hatine darvekirin.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê sipêdeha roja Sêşemî 27ê Pûşpera 1402an cezayê darvekirina welatiyekî bi navê “Hebîbellah Îlxanî” temen 50 salî û xelkê bajarê “Nodş”ê li girtîgeha “Dêzilava” ya rejîmê li bajarê Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Hatiye belavkirin ku “Hebîbellah” berê mamosteyê xwandingehê bûye û 12 salan berî niha bi tawana kuştina bizanebûn hatibû binçavkirin û cezayê îdamê lê hatibû birîn.

 Ji aliyek din ve hevdem cezayê darvekirina welatiyekî din yê bi navê “Qasim Seyîd Husênî” temen 50 salî û xelkê bajarê “Mehabad”ê li girtîgeha Navendî ya rejîmê li bajarê Urmiyê hat cîbicîkirin.

Navbirî 18 salan berî niha bi tawana kuştina bizanebûn hatibû binçavkirin û cezayê îdamê lê hatibû birîn û di wan 18 salan de li girtîgeha bajarê Mehabadê de bû, lê bo îdamê bo girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.