Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên îtla`ata Îranê li ser malbata Hemîd Mehmûdî

11:05 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Dezgeha Îtla`ata rejîma Îranê li bajarê Seqizê, gef li malbata Hemîd Mehmûdî, ciwanê pêşmergeyê Kurdistanê ku roja Înê 23’ê Pûperê jiyana xwe ji dest da xwariye, ku merasîma oxirkirina wî bê deng û dûrî her cure diruşman dibe were lidarxistin.

Li gor rapora ku gihîştiye navenda ragihandinê ya Hizba Demokrat, Dezgeha îtla`ata rejîmê givaş xistine li ser malbata Hemîd Mehmûdî ku wêneya wî li ser agehdariya sersaxiyê belav nekin û merasîma oxirkirina wî jî dibe di bêdengiyê de birêve bibin.

Di rojên derbasbûyî de birayê Hemîd Mehmûdî Ferîd li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îtla`ata rejîmê ve hatibû girtin û lêpirsîn jê hatibû kirin.

Hemîd Mehmûdî xelkê gundê Hevî yê ser bi devera Tîlekîv ya Seqizê, berî sê heftiyan ji ber ketina ji bilindahiyê, rastî qutbûna demarên piştê hatibû û tevî hewlên bê rawestan yên pîzişkan, mixabin êvara roja Înê 23ê Pûşperê jiyana xwe ji dest da.

Hemîd Mehmûdî temen 25 salî bû û xwediyê dîploma makîneyên çandiniyê bû, di sala 1401an a Rojî de wek xortekî xwedî hest û îrade tevlî refên PDKÎ bibû.