Roja Sêşemî 27ê Cozerdanê Mehmûd Sebirî nivîskar û helbestvanê Kurd û yek ji avakerê YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriyê û bibû endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, lê di demên dawiya jiyaba xwe de kesayetekî serbixwe bû û li bajarê Hisicê ji ber nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.
Jiyannameya Mehmûd Sebrî 1937-2023
Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bi devera Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paşî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.
Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, li sala 1970ê de bawernameya Lîsansê ji zankoya Şamê, beşê mafnasî û yasayê bidest xistiye.
Berhemên Mehmûd Sebrî yên kurdî û çapbûyî ev in:
1- dîwana (nîgarên kul û derdên jiyanê).
2- dîwana (doza giran) beşê yekem.
3- Dîwana (doza giran) beşê duwem.
4- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê yekem.
5- Şirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geştek li nav baxê ristên Cizîrî) beşê duwem
6- Nerînek di terazûya ristên kurdî de.
7- Hin hest û ramanên netewî û civakî.
8- Nasnameya Kurdî li Sûrya.
Mehmûd Sebrî sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê komîta amedekar ya mihrecana Helbesta kurdî bû û hem jî endamê komîta rexnegeriya helbestan bû.
Mehmdê Sebrî li sala 1959 de tevlî partiya democrat a kurdistana Sûriyê bûye.
Her wisa yek ji damêzrenêrê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya bû (YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriya).
Li 18.07.2023 li bajarê Hisiçe- Rojavayê Kurdistanê di jiyê 86 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.
Qamişlo 19.07.2023
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya