Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îslraîl, li ser bernameya navkiya rejîma Îranê danûstandin kirin

11:18 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Serkomarê Amerîka û Serkomarê Îsraîl li koşka Sipî de li derheq zêdekirina hevkariyan bona rêgirîkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî û berfirehbûna beşdariya leşkeriya Îranê li şerê Îran û Ukraynê, danûstandin kirin.

Serkomarê Amerîka “Joe Biden” digel serkomarê Îsraîl “Îshaq Hêrtzûg, li koşka Sipî de li ser zêdekirina hevkariyan bona rêgirîkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî, danûstandin kirin û Serkomarê Amerîkayê li vê derheqê de got: “Soza Amerîkayê bi Îsraîlê re qahîm e, me soz daye ku em  divê alxahîn bin ku ti demekê destê rejîma Îranê bi çeka navkî re nagihîje”.

Herwisa “Joe Biden” gotiye: “Hevaltiya Amerîka û Îsraîlê bi ti awayekê xirab nabe û bo çêkirina yekparçeyî û aramiyê li Rojhilata Navîn, mijûlî hevkariyê digel hev in”.

Serkomarê Îsraîlê jî li civîna rojnamevanan de got: “Li danûstandinê de di gel Joe Biden bilî gefên navkiyên Îranê û berfirehtirkirina girêbesta pêwendiyên Îsraîl û welatên Erebî, li derheq çalakiyên Hizbullah a Lubnanê li alozkirina deverê de, danûstandin kirine.

Amerîkayê li ser avabûna du welatên Îsraîl û Felestînê tekezî kiriye û daxwaza azadî, xweşbijîvî û ewlehiya wekhevî bo xelkê Îsraîl û Felestînê kiriye.