Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Îsraîlê bo ser hêzên Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê

15:29 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Di encama êrîşên Îsraîlê bo ser çend deverên Sûriyê, cebilxaneyên Hizbullaha Lubnanê yê girêdayî rejîma Îranê bûne armanc û du kesên leşkerî jî birîndar bûn.

Serê sipêdeha roja Çarşemî 28ê Pûşperê, balafirên şerker yên ertêşa Îsraîlê binkeyên Hizbullaha Lubnanê li nêzî bajarê Demişqê kirine armanc.

Rêkxirawa Çavedêra Mafê Mirovî ya Sûriyê ragihandiye ku di 20emîn êrîşa Îsraîlê bo ser Sûriyê di îsal de, cebilxaneyên girûpa Hizbullaha Lubnanê yê girêdayî bi rejîma Îranê bûne armanc.

Herwisa pêka çavedêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê, binkên leşkerî li nêzî balafirxaneya bajarê Eldîmas û rêya Beyrût bo Demişqê li Rojavayê paytexta Sûriyê ji aliyê balafirên şerker yên Îsraîlê ve bûne armanc.

Herwisa nûçegihaniya “Sana” ya girêdayî rejîma Sûriyê ragihandiye ku di vê êrîşê de du kesên leşkerî birîndar bûne û zirar û ziyanek zêde gehaye wan cihan.