Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehrîmkirina 14 bankên Îraqê ji ber spîkirin û veguhastina perê Dollar li Îraqê bo Îranê

09:53 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Amerîkayê 14 bankên Îraqê ji ber spîkirin û veguhastina perê Dollar bo Îranê tehrîmkirin.

Pêka rapora Wall Street Journal Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihanidiye ku armanc ji tehrîmkirina van 14 bankên Îraqê, pêşîgirtin li spîkirin û veguhastina perê Dollarê Amerîkî bo Îranê ye.

Vê rojnameyê di berdewamiyê daye zanîn ku, hin rayedarên Amerîkayê eşkere kirine ku ev tehrîmên han ji ber vê hatine îlankirin ku agahiyên nû hene, van bankên Îraqê di spîkirin û veguhastina perê Dollar alîkarî dane bi Îranê.

Tehrîmkirina 14 bankên Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve tenê rojek piştî îlankirina izina ji Îraqê re ji aliyê Amerîkayê ve bona dana deynên berqa Îraqê ji Îranê re ye.

Berpirsekî Amerîkayê ku navê vî nehatiye zanîn, ragihandiye, di heyama mehên derbasbûyî de, rejîma Îranê berfirehî daye bi çalakiyên xwe yên ne asayî yên veguhastina perê Dollar li Îraqê bo hundirî Îranê.

Roja Sêşemê, Nûçegihaniya Reutersê jî ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken razî bibû ku 120 rojan dem bidin bi dewleta Îraqê da ku deynên xwe yên bo kirîna berkê ji Îranê re bide, lê hin dem dem derbas nebû ku Amerîkayê 14 bankên Îraqê tehrîm kirin.