Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saman Paşayî piştî 18 rojan di girtîgeha Îtla`ata Sinê hîn bê qeder e

10:02 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Tevî derbasbûna 18 rojan bi ser binçavkirina Saman Paşayî, werizişvanê xelkê Seqizê, heya niha ti agahiyên berfireh li derheq çarenivîsa navibirî de bi dest neketin e.

Pêka rapora Kurdpayê, ku roja Çarşemî 28ê Pûşperê weşandiye, malbata Paşayî di heyama van 18 rojan de di bidûreçûna çarenivîsa kurê xwe de, tenê karîne nameyekê ji aliyê dozgriya Seziqê ve bo hevdîtin bi kurê xwe re werbigrin, lê piştî serdana van bo girtîgeha îdareya îtla`ata rejîmê ya li Sinê, hêzên ewlehiyê ji van re gotine ku kurê we hez nak we bibîne.

Di berdewamiya bidûreçûnên malbata Paşayî de, Saman bi telefonê bi malbata xwe re axvitiye, û berpirsên rejîmê jêra gotina ku dibe ji malbatê re bibêje ku ti pirsgirêk tuneye û wegerin malê.

Saman Paşayî di heyama van 18 rojan de, li odeya takekesî ya girtîgeha îdareya îtla`ata rejîmê li Sinê bûye û malbata navbirî jî gelek nigeranên rewşa kurê wî ne.

Roja Yekşemî 11`ê Pûşperê, Saman Paşayî bi bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Saman Paşayî, xwediyê bawerînameya doxtoraya Fêzyolojî û xwarinên werzişê ye û endamê akademiya neteweyî ya pîzişkî û werzişê ya Amerîkayê ye ku li zanîngeha Kurdistanê de mejûlî ders gotinê bûye.

Heya belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Saman Paşayî hatine sepandin ti agahiyên berfireh bi dest neketin e.