Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya çend rêxistinên mafên mirovan ku cezayê îdamkirina şeş girtiyên siyasî yên Ereb şermezar dikin

10:40 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Çend rêxistinên mafên mirovan li Kurdistan û Îranê derbarê bidarvekirina a 6 girtiyên siyasî yên Ereb de daxuyaniyek belav kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku hewlên cidî bidin ji bo rêgirtin li cinayeteke din ji aliyê rejîma Îranê ve.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, rejîma Îslamî ya Îranê bi armanca sepandina atmosfera hovane û bidawîkirina xwenîşandanan, pêleke nû ya darvekirinê daye destpêkirin.

Îmzekarên vê daxûyaniyê gotine ku amar nîşan didin ku di heyama çar dehikên desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de, herî zêde îdamên siyasî di nav netewên ne Fars ên li erdingariya Îranê hatine birê ve çûne.

Rêxistinan behsavê yekê kirine ku hejmareke zêde ya girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û dibe ku di demek nêzîk de bên îdamkirin.

Şeş ji van girtiyên siyasî yên Ereb li Ehwazê di bin metirsiyê de ne, mafê wan ê dadgehkirineke bi edaletî hatiye binpêkirin, îtîrafên wan bi îşkence û tundûtûjiyê hatine wergitin û bi cezayê muharibe hatine tahombetbarkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku cezayê îdamê ya 6 girtiyên siyasî yên Ereb ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi armanca tepeserkirina neteweya Ereb li Îranê hatiye dayîn.

Rêxistinên mafên mirovan daxwaz ji hemû rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kirin ku hewleke bi bandor û bilez bidin ji bo rawestandina bidarvekirina şeş girtiyên siyasî yên Ereb û hemû girtiyên siyasî di girtîgehên Îranê de.

Beşek ji wan îmzekarên vê daxuyaniyê ev in: Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdpa, Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Haveş, Kempenya Çalakvanên Belûç, Komeleya Mafên Mirovan a Azerbaycanê û Rêxistina Mafê Mirovan a Ehwazê û … hwd.