Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê goşt ji 113 welatên cîhanê bi nirxeke bilindtir dikirin

10:45 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ragihandinên navxweyî yên rejîma Îranê belav kirine ku xelkê Îranê goşt bi nirxeke çend beranber zêdetir ji hejartirîn welatên cîhanê dikirin.

Roja Çarşemî 28ê Pûşperê, ragihandinên navxweyî yên rejîma Îranê belav kirine ku nirxa goşt li Îranê çend qat zêdetir ji nirxa goşt li hejartirîn welatên cîhanê de ye û bi hatinaserkar a Îbrahîm Reîsî, nirxa goşt 7 qat bilindtir bûye.

Rojnameya “Camê Cem” a Deng û Rengê rejîma Îranê gotiye: “Goştê pezê zindî her kîloyek bi 187 Hezar Tumenî tê kirîn, lê dema ku tê serjêkirin, her ew goşt li bazara Tehranê de bi 350 heta 400 Hezar Tumenî tê firotin”.

Herwisa vê rojnameya rejîmê belav kiriye: “Xelkê Îranê niha neçar in ku goşt çend qat girantir ji hejartirîn welatên cîhanê yên wek “Mixûlistan, Ruanda û Tanzaniyayê” bikirin û pêka pêvera nirxa goşt li cîhanê, xelkê Îranê ji 113 welatên cîhanê, goşt bi nirxeke bilindtir dikirin”.

Rojnameyeke din a ser bi rejîmê jî nivîsandiye: “Nirxa goşt, berhemên şîr û mîwe di heyama serkomariya Îbrahîm Reîsî de li Îranê herî kêm 7 qat bilindtir bûye”.

Herwisa rojnameya “Cewan” a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst jî bas ji bilindbûna çend qatî ya wan xwarinan kiriye.

Wezîrekî rejîma Îranê jî gotiye ku, zêdetir ji %57 a xelkê Îranê, xwarineke ne-tendirûst hene.